
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê armanca firînên rasterast ên di navbera Atîna û Hewlêrê de eşkere kir
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Yorgos Gerapetritis ragihand ku ew dixwazin di navbera Atîna û Herêma Kurdistanê de firînên rasterast dest pê bikin.
Yorgos Gerapetritis beşdarî Foruma Stratejîk a Silêmaniyê bû û plana avakirina xeta hewayî ya rasterast a di navbera Atîna û Herêma Kurdistanê de eşkere kir.
Wezîr diyar kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanên mezin ên di warên enerjî, çandinî û tûrîzmê de derfetên baş pêşkêş dikin û bal kişand ser wê yekê ku divê veberhênerên yewnanî berê xwe bidin herêmê.
Gerapetritis di axaftinên xwe de behsa projeyên enerjiyê yên li Deryaya Navîn a Rojhilat, xebatên kabloyên binê deryayê û vîzyona parastinê ya Ewropayê kir û got ku daxwazên hîdrokarbonê yên li herêmeke ku 21 dewlet lê hene, dibin sedema aloziyan.
Her wiha da zanîn ku Yewnanistan li başûrê Girîtê bi şîrketên enerjiyê yên Amerîkî re xebatên derxistina hîdrokarbonê dimeşîne û di çarçoveya projeya GREGY de armanc dike ku enerjiya kesk di navbera Ewropa û Afrîkayê de veguhêze.
Çavkanî: Rûdaw