
Weqfa Avestayê Xelata Rûmetê ya 2026’an dide Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl
Weqfa Çand, Huner û Lêkolînan a Avestayê, di merasîmekê de ku wê di 28ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin, Xelata Rûmetê ya 2026’an dide Prof. Dr. Celîlê Celîl.
Weqfa Çand, Huner û Lêkolînan a Avestayê ragihand ku ew ê Xelata Rûmetê ya sala 2026’an bidin dîroknas û Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl. Merasîma xelatdayînê wê di 28ê Mijdarê de li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya li Amedê bê lidarxistin. Di heman rojê de, di navbera saet 14.00 û 17.00an de panelek taybet wê bê sazkirin ku tê de xebatên vî dîroknasî bên nîqaşkirin.
Celîlê Celîl di 28ê Mijdara 1936an de li Êrîvana paytextê Ermenistanê ji dayik bûye. Ew kurê helbestvan û nivîskar Casimê Celîl e, birayê mezin ê zimannasê navdar Ordîxanê Celîl û birayê lêkolînerê muzîka kurdî Cemîla Celîl e. Ew endamê malbateke girîng e ku di warê wêje û folklora kurdî de xebatên mezin kirine. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, Celîl çû Awisturyayê û li Zanîngeha Viyanayê û Akademiya Zanistî ya Viyanayê ders da.
Di nav xebatên girîng ên Celîl de pirtûkên wekî "1880 Kürt Ayaklanması (Şeyh Ubeydullah Nehri Hareketi)", "Kürt Halk Tarihinden 13 İlginç Sayfa" û "Kürt Aydınlanması" hene. Rêze-pirtûkên "Zargotina Kurda" û "Kürt Folkloru" ku wî bi birayê xwe Ordîxanê Celîl re amade kirine, di vî warî de wekî çavkaniyên bingehîn tên qebûlkirin. Ji salên 1990î û vir ve, berhemên wî bi rêya weşanxaneyên li Amed û Stenbolê bi zimanên tirkî û kurdî hatine çapkirin; di vê pêvajoyê de saziyên çandî û weşanên Avestayê di gihandina berhemên nivîskar bi xwendevanan re roleke pêşeng lîstin.
Merasîma ku wê di 28ê Mijdarê de pêk bê, ji ber ku bi 90 saliya jidayikbûna Celîl re dikeve heman rojê, xwedî wateyeke taybet e û ew ê bibe pîrozbahiyeke ji bo keda wî ya bi salan a di nav derdorên akademîk de.
Çavkanî: Rûdaw