
Seroka ECB'yê Christine Lagarde wê di 7ê Sibata 2027an de dest ji kar berde
Serokê Konseya YE'yê Antonio Costa ragihand ku Lagarde biryara xwe ya veqetişîna ji erkeyê di 7ê Sibata 2027an de diyar kiriye.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonio Costa li ser medyaya civakî ragihand ku Christine Lagarde biryara xwe ya veqetişîna ji erka Serokatiya Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) di 7ê Sibata 2027an de jê re diyar kiriye.
Costa xebatên Lagarde yên ji Mijdara 2019an vir ve spas kir û diyar kir ku di demên dijwar de û di bin mercên giran ên wekî pandemiya cîhanî, şer, qeyrana energiyê û krîza enflasyonê de bank bi berpirsiyariyeke mezin birêve biriye.
Costa destnîşan kir ku pêvajoya tayînkirina serokê nû yê di cihê Lagarde de wê îro dest pê bike û li gorî rêgezên di Peymana li ser Karûbarê YE'yê de hatine diyarkirin wê bê meşandin. Her wiha diyar kir ku ew armanc dikin ku Konseya YE'yê ya ji rêberên welatên Herêma Euroyê pêk tê, di demeke guncav de biryarê bide.
Dema erka Lagarde di asayî de di Çiriya Pêşîn a 2027an de bi dawî dibû, lê gotegotên di derbarê destjêberdana wê ya zû de berê jî hatibûn rojevê. Ev rewş wê derfetê bide rêberên Ewropayê ku beriya hilbijartinên serokatiya Fransayê serokekî nû ji ECB'yê re hilbijêrin; di nav namzetên muhtemel de Klaas Knot ê ji Hollandayê û Pablo Hernández de Cos ê ji Spanyayê hene.
Çavkanî: Kurdistan24