
Li Bexdayê 15 endamên DAIŞ’ê yên Fransî hatin darizandin, şeş kes bi cezayê heta hetayê hatin mehkûmkirin
Li Dadgeha Cezayê ya Kerh a Bexdayê 15 endamên DAIŞ’ê yên Fransî hatin darizandin, şeş kes bi cezayê girtîgeha heta hetayê hatin mehkûmkirin.
Roja Çarşemê 18’ê Mijdara 2026’an li Dadgeha Cezayê ya Kerh a li Bexdayê, 15 welatiyên Fransî yên bi endamtiya DAIŞ’ê tên tohmetbarkirin hatin darizandin. Di rûniştinê de sê dadwer, dozgerek, du parêzerên ku ji aliyê dadgehê ve hatine erkdarkirin, nûnerên Balyozxaneya Fransayê, wergêr, hiqûqnas û rojnamevan amade bûn.
Dadgehê ji bo şeş tohmetbaran cezayê girtîgeha heta hetayê da; biryara derbarê dosyeyên din ên tohmetbaran de bo dawiya mehê hat paşxistin. Bi van biryaran, hejmara welatiyên Fransî yên ku di çarçoveya dosyeya 47 kesî ya li Bexdayê de tên darizandin û ceza wergirtine, derket 16 kesan.
Di salona dadgehê de hemû tohmetbar bi kincên girtîgehê yên porteqalî û pêlavên bin stûr, bi por û rihên xwe yên tevlihev xuya bûn. Di dema guhdarîkirina neh tohmetbarên ewil de, dadwer bi ken pirs araste kirin; lê dema biryara şeş kesan hat xwendin rewş giran bû û destûr nehat dayîn ku hin tohmetbar biaxivin. Di îfadeyên tohmetbaran de bi berdewamî hevoka "Mejiyê me hatibû şûştin, em hatibûn xapandin" hat dubarekirin.
Yek ji tohmetbaran Îbrahîm Mihemed Hiyarî, bi eslê xwe ji Fasê ye, li Parîsê ji dayik bûye û welatiyê Fransayê ye. Ew bi tohmeta ku keçên bin 18 salî teşwîqî çûna Sûriyeyê kiriye, di lîsteya bultena sor a Interpolê de bû.
Çavkanî: Rûdaw