
Zewca îtalyan piştî geşta cîhanê ya bi bisikletê piştî du salan gihişt Urfayê
Tora bisikletê ya ku ji Avustralyayê dest pê kirî, piştî rêwîtiya du salan zewca îtalyan anî bajarê Urfayê yê Tirkiyeyê.
Marangozê 27 salî Simone Gislimberti û hevjîna wî ya biyolog Chiara Cattani ji girava Tazmanyayê ya Avustralyayê bi bisikletê bi rê ketin. Wan nêzîkî 20 hezar kîlometre Asya derbas kir û dest bi geşta cîhanê kir. Piştî derbasbûna ji welatên wekî Singapur, Malezya, Tayland, Vietnam, Çîn, Qirqizistan, Tacikistan, Ozbekistan, Efxanistan, Ermenistan û Gurcistanê, beriya du heftiyan ketin axa Tirkiyeyê.
Çiftê piştî ku ketin sînorê Tirkiyeyê, serdana bajêrên kurdan ên wekî Qars, Agirî, Mûş, Batman, Mêrdîn û Amedê kir û li dawiyê gihiştin Urfayê. Simone got: "Me ev der bi rastî gelek hez kir. Bi mirovan, mêvanperweriyê, xwarinê û cihên dîrokî re mimkun e ku bibe yek ji welatên ku me herî pir hez kiriye."
Chiara Cattani diyar kir ku piştî temamkirina geşta xwe ya li bajêrên kurdan, ew plan dikin ku di ser Yewnanistanê re vegerin Îtalyayê û demê bi malbatên xwe re derbas bikin.
Çavkanî: Kurdistan24