PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Şîroveya APA’yê: Sedema ku Aliyev beşdarî Lûtkeya TDT’yê ya li Enqereyê nebû hat eşkerekirin
Aliyev li cihê Lûtkeya TDT’yê ya 30’ê Çiriya Pêşîn, beşdarî merasîma dawîkirina Kupa Cîhanê ya U-15 a FIFA’yê ku li Azerbaycanê hatibû organîzekirin bû.

Şîroveya APA’yê: Sedema ku Aliyev beşdarî Lûtkeya TDT’yê ya li Enqereyê nebû hat eşkerekirin

Aliyev li cihê Lûtkeya TDT’yê ya 30’ê Çiriya Pêşîn, beşdarî merasîma dawîkirina Kupa Cîhanê ya U-15 a FIFA’yê ku li Azerbaycanê hatibû organîzekirin bû.

Serokkomarê Azerbaycanê İlham Aliyev beşdarî Lûtkeya Rêxistina Dewletên Tirk (TDT) ku di 30’ê Çiriya Pêşîn de li Enqereyê hat lidarxistin nebû. Di şîroveya ku APA’yê di 29’ê Çiriya Pêşîn de weşand de hat diyar kirin ku li gorî bernameya Aliyev, ew ê di heman rojê de beşdarî merasîma dawîkirin û xelatkirinê ya Kupa Cîhanê ya U-15 a FIFA’yê bibe ku li Azerbaycanê hatibû organîzekirin. Di lûtkeyê de Azerbaycan ji aliyê Wezîrê Karên Derve Ceyhun Bayramov ve hat temsîlkiirin.

Di şîroveyê de hat îddîakirin ku meha dawî li Turkiyeyê li dijî Azerbaycanê, rêberê wê, gelê wê û dewleta wê "kampanyayeke bêbingeh û kirêt" dihat meşandin. Hat diyarkirin ku kampanya di meha dawî de dijwar bûye, di bingehê wê de hevkariya Azerbaycan û Îsraîlê heye û dihat hêvîkirin ku Azerbaycan li gorî daxwazên Turkiyeyê siyaset û têkiliyên xwe yên aborî şêwe bide.

APA’yê destnîşan kir ku ev nêzîkatî serbixwebûna Azerbaycanê paşguh dike û şîroveyeke xirabkirî ya pênaseya "neteweyek, du dewlet" e. Şîroveyê da zanîn ku piştî ku di civîna NY’yê de nûnerê Azerbaycanê di dema axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu de salon bi cih hişt û piştî biryara Encumena Wezîran a Azerbaycanê ya di derbarê cilên dibistanê de, kampanya tundtir bûye.

Her wiha hat îddîakirin ku li ber balyozxaneyên Azerbaycanê yên li Enqere û Stenbolê şeş xwepêşandan hatine kirin, di van xwepêşandanan de sûcdarkirin û heqaret li Azerbaycanê, rêveberî û gelê wê hatine kirin, medyaya Turkiyeyê û medyaya civakî mijara hicabê xirab kirine û ev yek beşek ji "kampanyaya dijî Azerbaycanê" ye.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler