PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Ali Babacan li Hewlêrê di semînerekê de tekez kir ku divê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka ewlehiyê ji hev cuda bên çareserkirin
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Ali Babacan li Hewlêrê di semînereke Navenda Lêkolînan a Rûdawê de behsa peywendiyên Tirkiye-Herêma Kurdistanê û mijarên ewlehiya herêmî kir.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Ali Babacan li Hewlêrê di semînereke taybet a Navenda Lêkolînan a Rûdawê de behsa pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê, peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re, Projeya Rêya Pêşketinê û mijarên ewlehiya herêmî kir. Semîner bi moderatoriya pêşkêşkarê xwedî ezmûn ê Rûdaw TVyê Hevîdar Zana hat birêvebirin.

Babacan diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka ewlehiyê di xetên cuda de bên nirxandin û tekez kir ku maf û azadiyên bingehîn nikarin bibin mijara bazirganiyê. Herwiha anî ziman ku peywendiyên di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê yên dîrokî, çandî û civakî xurt bûne û peywendî veguherîne çarçoveyeke berfireh ku siyaset, ewlekarî, aborî û veberhênanan dihewîne.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di axaftina vekirinê ya semînerê de hêvî xwest ku hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pêş bikevin û hêvî kir ku serdana Babacan bibe sedema pêşketina peywendiyên di navbera her du aliyan de. Babacan jî diyar kir ku ewlehiya herêmî mijareke hevpar e û got, divê hebûna hêzên milîs û rêxistinên çekdar bi dawî bibe, çek bên danîn û pirsgirêk li ser zemîna siyaseta demokratîk bên çareserkirin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler