
Nahiyeya Curf es-Sahr a Babîlê 12 Sal in di bin kontrola komên çekdar de ye
Li Curf es-Sahrê ku zêdetirî 12 salan e herêmeke ewlehiyê ya girtî ye, zêdetirî 5 hezar malbat nekarîne vegerin malên xwe.
Nahiyeya Curf es-Sahr a parêzgeha Babîlê, zêdetirî 12 salan e wekî herêmeke ewlehiyê ya girtî di bin kontrola komên çekdar de maye. Herêm li sêgoşeya sînorê parêzgehên Bexda, Babîl û Enbarê ye û li ser rûberekî 650 kîlometre çargoşe belav bûye.
Ji sala 2014an ve zêdetirî 5 hezar malbatên ku ji herêmê hatine derxistin, hîn jî nekarîne vegerin. Ji ber hebûna Ketaib Hizbullahê ku di nava sê salan de şeş caran hatiye bombebarankirin, herêm ji ber tirs, lêpirsînên ewlehiyê, nebûna ewlehiyê û destdanîna ser erd û zeviyan, nahêle piraniya nifûsa xwe vegere.
Piştî 12 salan, di 18ê Tebaxê de komîteyeke ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê karî bikeve herêmê. Herêm 60 kîlometre li başûrê rojavayê Bexdayê ye û bi otomobîlê di 45 deqîqeyan de tê gihîştinê.
Curf es-Sahr ku di sala 2014an de pênc mehan di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ma, piştre komên Heşdî Şebî bi destpêkirina "Operasyona Aşûra" herêm ji nû ve stand û navê wê kir Curf en-Nasr. Ji wê demê ve nahiyeya ku di bin dorpêça ewlehiyê ya komên çekdar ên Şîe de ye, destûr nehatiye dayîn ku hêzên ewlehiyê yên fermî, di nav de artêşa Iraqê û polîs, têkevinê.
Çavkanî: Rûdaw