
Nûnerê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî li NY, Îran vexwend Konferansa Avê ya Ebû Dabî
Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, ligel hemû welatên endamên NY, Îran jî ji bo konferansa avê ya ku dê li Ebû Dabî bê lidarxistin, vexwend.
Ebû Dabî, paytexta Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, dê meha bê mazûvaniya yek ji mezintirîn konferansên avê yên cîhanê bike û tê çaverêkirin ku bi hezaran kes beşdarî vê konferansê bibin.
Nûnerê Daîmî yê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî li Neteweyên Yekbûyî Mihemed Ebû Şehab, di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê ragihand ku hemû welatên endamên NY hatine vexwendin û beşdarbûna Îranê ya di konferansê de hatiye piştrastkirin.
Ebû Şehab got ku ew ji bo parastina ewlehiya avê ya li herêmê hewl didin û di çarçoveya Stratejiya Ewlehiya Avê ya heta sala 2036an de, wan sîstemeke avê ya berxwedêr û cihêreng ava kirine; ev sîstem depokirina avê, sîstemên yedek û torên bi hev ve girêdayî dihewîne.
Tê çaverêkirin ku di konferansê de welatên endam bi rêya diyalogê çareseriyên avaker ji bo parastina gihîştina bê navber a av û enerjiyê pêş bixin û derbarê pêşîgirtina li êrîşên li ser binesaziya avê de biryaran bistînin.
Çavkanî: Rûdaw