
Li başûrê Bexdayê kamyonek bi 35 fuzeyan hat girtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di operasyonekê de li devera Letîfiyeyê 35 fuze desteser kirin û sê endamên milîsan girtin.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di operasyonekê de li devera Letîfiyeyê ya li başûrê Bexdayê kamyonek tijî fuze rawestand. Operasyon êvara îniyê derdora saet 19:00an li ser agahiyên îstîxbaratê hat destpêkirin. Kamyonê hewl dida ku cebilxaneyê veguhêze devera stratejîk a Curf el-Sahar ku li ser sînorê parêzgeha Babilê ye.
Di lêgerîna li ser wesayîtê de 35 fuze hatin girtin û sê kes ku pêwendiya wan bi komên çekdar re heye hatin girtin. Lêkolînên yekem nîşan dan ku kesên hatine girtin girêdayî Tugaya 15an a koma milîs a "Rûhullah" ne.
Çavkaniyên ewlehiyê dan zanîn ku ev veguhastin nîşan dide milîsan çekên xwe danenîne. Berovajî vê, li dijî alozî û senaryoyên şer ên di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de, ew bi şandina çekan bo deverên stratejîk ên wekî Curf el-Sahar di amadebaşiyê de dimînin. Ev bûyer di demekê de çêbû ku zexta hikûmeta Iraqê li ser komên çekdar ên neqanûnî ji bo danîna çekan gihîştiye asteke krîtîk.
Çavkanî: Kurdistan24