
Li Bexdayê cihên çêkirina nan û bîrayê yên 4 hezar salî hatin dîtin
Di kolandinên li cihê şaristaniya kevnar a Tell Muhammed a li Bexdayê de, cihên çêkirina nan û bîrayê yên serdema Babilê ya Kevin hatin dîtin.
Li cihê şaristaniya kevnar a Tell Muhammed a li paytexta Iraqê Bexdayê, kolandinên ku bi hevkariya Desteya Dewletî ya Şûnwar û Mîrateyê ya Iraqê û Zanîngeha Katanya ya Îtalyayê tên kirin, di sala 2022an de dest pê kirin. Xebat li ser serdema Babilê ya Kevin disekinin ku vedigere salên 2000-1600 ên berî zayînê, dema ku Hemûrabî desthilatdar bû.
Tîma kolandinê, li gel cihanekî ku bi çêkirina nan ve girêdayî ye, beşek ku dibe ku ji bo çêkirina bîrayê hatiye bikaranîn jî tespît kir. Li ser tabletêkê ku li qadê hatiye dîtin, agahiyên derbarê kirîna ceh û çêkirina bîrayê ya bi navê "kurun" de hene; wergera wê hê temam nebûye. Her wiha bermayiyên sûrê, du derî, şopên karê metalan û dîtinên derbarê kevneşopiyên veşartina miriyan ên kevnar hatin bidestxistin.
Tell Muhammed di serdemên Babilê ya Kevin û Kasîtan de wekî navendeke girîng tê zanîn û tê qebûlkirin ku bi Keyaniya Eşnûna ve girêdayî ye ku di navbera salên 2000-1761 ên berî zayînê de xwedî bandor bû. Hat ragihandin ku berhemên hatine dîtin dê bo Muzexaneya Iraqê ya li Bexdayê bên veguhestin û qad dê ji bo serdanên mêvanan bibe parkeke arkeolojîk. Rayedar armanc dikin ku bi hevkariya navneteweyî cihên şûnwarî biparêzin, tûrîzmê geş bikin û mîrateya dîrokî ya welêt bidin nasîn.
Çavkanî: Rûdaw