
Li Bexdayê biryara girtinê ji bo kurê rêberê Ketaib Hizbullah hat dayîn
Dadgeha Lêpirsînê ya Navendî ya Bexdayê, ji bo Huseyîn Ehmed Muhsin Ferec el-Humeydawî, kurê Sekreterê Giştî yê Ketaib Hizbullah Ehmed Muhsin el-Humeydawî, bi tohmeta terorê û rêvebirina grûpeke çekdar fermana girtinê ya lezgîn derxist.
Dadgeha Lêpirsînê ya Navendî ya Bexdayê, di 8ê Mijdara 2026an de, derbarê Huseyîn Ehmed Muhsin Ferec el-Humeydawî, kurê kesayetiya payebilind a rêxistina Ketaib Hizbullah Ebû Huseyîn de, bi tohmeta terorê û rêvebirina grûpeke çekdar biryara girtinê derxist. Dadgehê ji bo gumanbarê ku sala 1994an hatiye dinê û li navçeya Belediyat a Bexdayê rûniştiye, fermana girtinê ya lezgîn da.
Di belgeya fermî de hat diyarkirin ku gumanbar bi rêbazên tundûtûjî û gefxwarinê serkêşiya grûpeke çekdar dike, ev grûp bi têkdana ewlehî û aramiya welat, belavkirina tirsê di nava gel de, xistina can û malê welatiyan di xeteriyê de û destdanîna ser milkên kesane tê tohmetbarkirin. Doz, di çarçoveya madeya 4/1 û xalên 1 û 3 yên madeya 2yemîn a Qanûna Dijî Terorê ya Iraqê ya hejmar 13 a sala 2005an de, wekî dosyeya "terorê" hat polenkirin.
Di biryara ku ji aliyê dadwer Cebar Abid Delî ve li ser giliyê welatiyekî bi navê Rahî Kerîm Cebr hatiye derxistin de, ji hemû hêzên ewlehiyê û yekîneyên polîsên dadwerî hat xwestin ku Humeydawî demildest bê desteserkirin û radestî buroya lêpirsîna dadwerî ya Dezgeha Dijî Terorê bê kirin.
Çavkanî: Kurdistan24