PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Tenduristî & Werzîş
Tenduristî & Werzîş

11 girtiyên Tirk ên li Bexdayê piştî mirina hevalekî xwe daxwaza alîkariyê ji Tirkiyeyê kirin
11 welatiyên Tirkiyeyê ku li Bexdayê girtî ne, piştî mirina hevalekî xwe ji ber şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên tenduristiyê daxwaza alîkariyê ji Tirkiyeyê kirin.

11 girtiyên Tirk ên li Bexdayê piştî mirina hevalekî xwe daxwaza alîkariyê ji Tirkiyeyê kirin

11 welatiyên Tirkiyeyê ku li Bexdayê girtî ne, piştî mirina hevalekî xwe ji ber şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên tenduristiyê daxwaza alîkariyê ji Tirkiyeyê kirin.

11 welatiyên Komara Tirkiyeyê ku li Bexdayê girtî ne, di mektûbeka ji Rûdawê re şandine de diyar kirin ku ji ber şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên tenduristiyê jiyana wan di xetereyê de ye û ji rayedarên Tirkiyeyê daxwaza alîkariyê kirin.

Di mektûbê de hat îdîakirun ku Muhiyettin Kılıç ê 68 salî ku ji Pirsûsa Rihayê ye, di 2ê Mijdara 2026an de li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, lê nehatiye rakirin bo nexweşxaneyê û li ber çavên wan jiyana xwe ji dest daye. Girtiyan diyar kir ku girtiyên din jî ku di dilê wan de stent hene û nexweşiyên giran ên wekî şekir û tansiyonê bi wan re hene, li wir in û divê rê li ber mirinên nû bê girtin.

Hat ragihandin ku Kılıç dema ku bi pasaporta xwe ya fermî dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe, li gumrikeke Herêma Kurdistanê hatibû desteserkirin û li ser daxwaza Interpolê ya Tirkiyeyê şandibûn Bexdayê, lê tevî ku karûbarên radestkirinê hatibûn qedandin jî bersiv ji Tirkiyeyê nehatibû girtin. Girtiyan diyar kir ku piştî ku 19 mehan li girtîgehê girtî ma û piştî mirina Kılıç, Cîgirê Rêveberê Interpolê yê Iraqê di 4ê Mijdara 2026an de serdana wan kiriye û gotiye ku rayedarên Iraqê pêvajoya radestkirinê beriya çend mehan qedandine, lê ji Tirkiyeyê re nehatiye ragihandin.

Di mektûbê de hat gotin ku 11 girtî li Iraqê di navbera 2 û 8 salan de girtî ne, Dadgeha Ceza ya Giran a Bexdayê û Dadgeha Bilind a Federal biryara radestkirina wan ji bo Tirkiyeyê daye, lê ev biryar nayên bicîhanîn û Wezareta Karên Derve ya Iraqê girtiyan li welat digire.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler