PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Aborî
Aborî

Ji Bexdayê ji bo Hewlêrê di Pêşniyara Budceya 2027an de Şertên Petrolê û 12,775 Trîlyon Dînar Deyn
Pêşniyara budceya 2027an a Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê şertên wekî firotina rojane 400 hezar bermîl petrol û vegerandina deynekî 12,775 trîlyon dînar di sê salan de dihewîne.

Ji Bexdayê ji bo Hewlêrê di Pêşniyara Budceya 2027an de Şertên Petrolê û 12,775 Trîlyon Dînar Deyn

Pêşniyara budceya 2027an a Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê şertên wekî firotina rojane 400 hezar bermîl petrol û vegerandina deynekî 12,775 trîlyon dînar di sê salan de dihewîne.

Di pêşniyara budceya sala 2027an a Iraqê de, li ser hilberîna petrolê, gaza xwezayî û peymanên zeviyên petrolê ji bo Herêma Kurdistanê zêdetirî pênc şert hene. Li gorî pêşniyarê, divê rêveberiya Hewlêrê bi hevgirtina bi Wezareta Petrolê ya federal re rojane herî kêm 400 hezar bermîl petrol bifroşe, gaza xwezayî ya zêde radestî hikûmeta federal bike û deynê darayî yê ji serdema 2004-2026an ku 12 trîlyon û 775 milyar dînar e di nav sê salan de bide.

Pêşniyar di qonaha dawî ya amadekariyê de ye li Wezareta Darayî ya Federal û piştî ku di Civata Wezîran de hat gotûbêjkirin û dengdan li ser hat kirin, wê ji bo Parlamena Iraqê re bê şandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijberiya xwe ji bo hin tiştên di pêşniyarê de nîşan da; hat ragihandin ku ev dijberî dê ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal ve bê lêkolînkirin. Parlamen li bendê ye ku forma dawî ya pêşniyara budceyê heta 15ê Mijdarê ji aliyê Civata Wezîran ve ji bo wan re bê şandin.

Şirovekarê aboriyê Nebîl Mersûmî mercên di projeyê de wekî "bombeya bi saet" bi nav kir û teqez kir ku kapasîteya berhemên niha ya Herêma Kurdistanê nagahîje 400 hezar bermîlên rojane, berhem anha nêzî 175 hezar bermîl e û ji vê mîqdarê 50 hezar bermîl bo bikaranîna navxweyî tê bikaranîn.

Her wiha ev proje, îmzakirina peymanên nû yên Herêma Kurdistanê yên ligel kompaniyên biyanî an jî navxweyî yên derbarê lêgerîn û bi rêvebirina kargehên petrolê de, dixe bin kontrola Wezareta Petrolê ya Federal. Tê pêşbînîkirin ku petrol bi rêya Kompaniya Dewletê ya Froştina Petrolê ya Iraqê (SOMO) re û bi rêya Bendera Ceyhanê ya li Tirkiyeyê bête hinardekirin; di rewşek din de mîqdara diyarboyî dê ji aliyê wezareta federal ve bo bazara navxweyî bête veguhastin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler