PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Bahçeliyê MHP'yî di çarçoveya projeya 100 bajar û 1000 navçeyan de 19 navçe wekî namzetên bajarbûnê ragihandin
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli, di çarçoveya projeya '100 Bajar 1000 Navçe' de 19 navçeyên ku tê pêşniyarkirin bibin bajar ragihandin.

Bahçeliyê MHP'yî di çarçoveya projeya 100 bajar û 1000 navçeyan de 19 navçe wekî namzetên bajarbûnê ragihandin

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli, di çarçoveya projeya '100 Bajar 1000 Navçe' de 19 navçeyên ku tê pêşniyarkirin bibin bajar ragihandin.

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli, di çarçoveya projeya "100 Bajar 1000 Navçe" de 19 navçeyên ku tê pêşniyarkirin bibin bajar ligel raya giştî parve kirin.

Di lîsteyê de ji Anadolua Navîn Polatlı û Ereğliya Konyayê, ji deryaya Reş Ünye, Vezirköprü û Ereğliya Zonguldakê, ji herêmên ku kurd lê pir in Ercîş, Bazîd, Xelat, Erganî, Midyad û Sêwerek, ji deryaya Spî Elbistan, Kozan, Alanya û Tarsus, ji Egeyê Fethiye û Akhisar, ji Marmarayê jî Lüleburgaz û Bandırma cih girtin.

Bahçeli diyar kir ku ev navçeyên li gorî pêvanên mîna nîfûs, hilberîn, veguhastin, çandinî û rewşa stratejîk hatine diyar kirin û bilindkirina wan a ji bo statuya bajarbûnê armanc dike ku astengiyên di rêveberiya mulkî de rake, navendên geşepêdana herêmî bişidîne û gihîştina xizmetên bingehîn ên mîna perwerde, tenduristî, ewlehî û xizmetên civakî ji cihên nêzîktir bide çêkirin.

Wekî din, Bahçeli destnîşan kir ku divê qanûnên bingehîn ên mîna Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin, Qanûna Şaredariyê, Qanûna Gundiyan, Qanûna Îdara Bajar û Qanûna Îdara Taybet a Bajar ji nû ve bên sazkirin. Bahçeli diyar kir ku zelalkirina erka û desthilatên di navbera şaredariyên bajarê mezin û yên navçeyan de dê nediyarî û pirsgirêkên îdarî ji holê rake.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler