PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Behreyn, Balyozê xwe yê Bexdayê vedigerîne ser kar
Behreynê bi biryara xurtkirina peywendiyên dîplomatîk ên ligel Iraqê, Balyozê xwe yê Bexdayê vegerand.

Behreyn, Balyozê xwe yê Bexdayê vedigerîne ser kar

Behreynê bi biryara xurtkirina peywendiyên dîplomatîk ên ligel Iraqê, Balyozê xwe yê Bexdayê vegerand.

Behreynê biryar da ku peywendiyên xwe yên dîplomatîk ên ligel Iraqê dîsa bilind bike û di vê çarçoveyê de Balyozê xwe yê Bexdayê vegerand ser kar. Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Derve yê Behreynê Ebdulletîf bin Raşîd el-Zeyanî bi hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên re bi rêya telefonê axiviye.

Di hevdîtinê de, El-Zeyanî tekez kir ku ev gav encama biryara Manamayê ya ji bo xurtkirina peywendiyên dualî û berfirehkirina hevkariyê ya ligel Bexdayê ye. Fuad Husên jî kêfxweşiya xwe ya ji vê biryarê anî ziman û diyar kir ku Bexda girîngiyeke mezin dide pêşxistina peywendiyên ligel Behreynê di hemû waran de.

Di hevdîtinê de herwiha encamên serdana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya bo Manamayê û hevahengiya dîplomatîk a li hemberî aloziyên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler