
Behreynê Îran Ji Neteweyên Yekbûyî Re Şikayet Kir
Behreynê ji ber êrîşên esmanî yên ku zêde bûne, ji Neteweyên Yekbûyî re nameyeke fermî ya şikayetê şand.
Behreynê ji ber êrîşên esmanî yên li ser axa xwe ku zêde bûne, li ser Îranê nameyeke fermî ya şikayetê da Neteweyên Yekbûyî. Name bi rêya Nûneratiya Daimî ya NYyê ya li New Yorkê hat pêşkêşkirin ji Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres û Seroka Konseya Ewlehiyê ya NYyê Sanita Pavluta‑Deslandes re.
Di nameyê de hat ragihandin ku piştî êrîşa Îranê ya sibaha înê 13î çiriya paşîn, sibaha yekşemê 15î çiriya paşîn êrîşeke nû jî hat kirin. Sîstemên parastina esmanî yên Behreynê hejmareke amûrên esmanî yên Îranê berî ku bigehêjin armancên xwe îmha kirin û êrîş şikandin, ev tevger jî wekî "êrîşkarî" hatin binavkirin.
Rêveberiya Behreynê diyar kir ku ew hemû hincet û îdîayên ku ji bo rewakirina êrîşên dawî hatine gotin red dike. Her wiha hat diyar kirin ku Îranê di şeş rojên dawî de çar caran baregehên leşkerî yên DYAyê yên li Behreynê kirine armanc.
Nûnerê Daimî yê Behreynê yê li NYyê Balyoz Cemal Faris Ruveyî li ser navê şeş welatên endamên Konseya Hevkariya Kendavê daxuyaniyek da û ragihand ku ji destpêka şerê di 28î sibata 2026an de vir ve, Îranê zêdetirî 7 hezar fîşekên hawarî û balafirên bêmirov avêtine welatên Kendavê.
Çavkanî: Kurdistan24