PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Siyaset
Siyaset

Wezîrê Karên Navxweyî Çiftçi, dê li gel valiyên 8 bajaran civîna 'Tirkiyeya Bê Teror' bike
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi, dê li Dêrsimê li gel valiyên 8 bajaran û rêvebirên ewlehiyê pêvajoya aştiyê binirxîne.

Wezîrê Karên Navxweyî Çiftçi, dê li gel valiyên 8 bajaran civîna 'Tirkiyeya Bê Teror' bike

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi, dê li Dêrsimê li gel valiyên 8 bajaran û rêvebirên ewlehiyê pêvajoya aştiyê binirxîne.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi, sibê li Dêrsimê bi rojeva "Tirkiyeya Bê Teror" dê li gel valiyên 8 bajaran û rêvebirên yekîneyên ewlehiyê civînekê bike.

Civîna ku dê bi serokatiya Wezîr Çiftçi de bê kirin a bi navê "Civîna Valiyên Herêmê ya bi Mijara Tirkiyeya Bê Teror", dê xebatên di pêvajoya aştiyê de hatine kirin, asta ku hatine gihaştinê û geşedanên li ser erdê werin gotûbêjkirin.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Ali Çardakcı, Rêvebirê Giştî yê Emniyetê Ali Fidan û serokên yekîneyên îstîxbarat û têkoşîna li dijî terorê, her wiha valî, fermandarên cendirmeyan ên parêzgehan û rêvebirên emniyetê yên parêzgehên Dêrsim, Semsûr, Bayburt, Xarpêt, Erzincan, Erzirom, Meletî û Ruhafê dê amade bibin.

Di civîna berê ya valiyên herêmê de ku di 17ê Çiriya Pêşîn de li Êlihê bi serokatiya Çiftçi hatibû kirin, valî, fermandarên cendirmeyan û rêvebirên emniyetê yên parêzgehên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Muş, Sêrt, Şirnex û Wanê beşdar bibûn; di wê civînê de jî xebatên derbarê pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" û tedbîrên ewlehiyê hatibûn nirxandin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler