
Encûmena Wezîran a Kurdistanê bang li YNKê kir ku vegere kabîneyê
Di civîna 11ê Mijdara 2026an de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku şanda YNKê vegere civînên kabîneyê.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 11ê Mijdara 2026an de civiya. Di civînê de bang li şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hat kirin ku boykota civînên kabîneyê bi dawî bikin, vegerin ser karên xwe û rexneyên xwe di bin banê Encûmena Wezîran de gotûbêj bikin.
Di rojeva civînê de çareserkirina krîza siyasî, danûstandinên budçeyê yên bi Bexdayê re û garantîkirina mûçe û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di budçeya federal a 2027an de bi rêya lihevkirineke adil û mayînde cih girt. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî re, bal kişand ser girîngiya statuya destûrî ya herêmê û parvekirina adil a mafên darayî.
Êrîşa terorîstî ya li ser zeviya gaza Kor Morê jî hat gotûbêjkirin. Wezîrê Elektrîkê û Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih ragihand ku ji ber rawestana hilberînê, santralên mazot, sotemeniya giran, hîdroelektrîk û gazê hatine xebitandin. Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed jî derbarê lêpirsîna ku ji aliyê komîteya ewlehiyê ya hevbeş a di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de ji bo eşkerekirina êrîşê û girtina berpirsan hatiye avakirin, agahî da.
Encûmena Wezîran êrîşê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku armanca van kiryaran sabotekirina binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û zirarê dide xizmetguzariyên bingehîn.
Çavkanî: Kurdistan24