Rojev

Li Gundikê Melê ava Mijînî bû heri: Av ji bo vexwarinê neyê bikaranîn
Şaredariya Gundikê Melê hişyarî da welatiyan ku ji ber herîbûna çavkaniya ava Mijînî, ava şebekeyê ji bo vexwarinê nebikar bînin.
Li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê, li beşa jorîn a çavkaniya ava Mijînî herîbûn çêbû. Ev rewş bû sedema fikarên ku bandorê li kalîteya ava vexwarinê bike.
Şaredariya Gundikê Melê di daxuyaniya xwe de ji welatiyan daxwaz kir ku heta daxuyaniyeke din ava şebekeyê wek ava vexwarinê bikar neynin. Piştî herîbûnê, ev tedbîr ji bo parastina tenduristî û ewlehiya gel hat girtin.
Şaredariyê diyar kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xebatên pêwîst berdewam dikin û dema ku xebat bi dawî bibin dê welatî dîsa werin agahdarkirin.
Çavkanî: Şırnak Haber 73