PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Adanayê girtiyê reviyayî yê ku 23 sal cezayê girtîgehê li ser hebû, li pişta deriyê serşokê hat girtin
Tîmên cendirmeyan, girtiyê reviyayî yê ku 23 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li ser hebû, li serşoka avahiyekê girtin.

Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Adanayê, ji bo girtina girtiyên reviyayî yên ku cezayê wan ê girtîgehê ji ber tawanên cuda hatiye pejirandin, operasyonek da destpêkirin. Di encama xebatan de hat diyakirin ku girtiyê ku ji 6 tawanên cuda bi giştî 23 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, li avahiya sêqatî ya merivekî xwe de xwe veşartibû.

Di çarçoveya operasyonê de derdora avahiyê heta sê saetan hat ewlekirin. Tîmên cendirmeyan li qatên duyem û sêyem ên avahiyê geriyan lê girtî nedîtin. Piştî ku xwediyên avahiyê gotin ku kilîta wan tune ye, tîm ketin hundir û girtiyê reviyayî yê ku li pişta deriyê serşokê xwe veşartibû girtin.

Kêliya girtinê ji aliyê kameraya sîngê ya cendirmeyan ve hat tomar kirin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler