
Nûnerê Amerîkayê yê Iraqê Barrack, bal kişand ser yekîtiya Hewlêr-Bexdayê û Herêma Kurdistanê
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack, di Konferansa Iraqê ya li Londonê de behsa girîngiya yekîtiya di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha di nava Herêma Kurdistanê de kir.
Tom Barrack, wekî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Iraq û Sûriyeyê, di 8emîn Konferansa Salane ya Iraqê de ku ji aliyê Chatham House ve li Londonê hatibû lidarxistin axivî û tekez kir ku Washington dixwaze di navbera Hewlêr û Bexdayê de yekîtiyeke tam bibîne.
Barrack got, "Em piştgiriya yekîtiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin. Eger rêberên siyasî pirsgirêkên heyî çareser nekin, nayê hêvîkirin ku bi sedan milyar dolar veberhênana navneteweyî were welêt." Barrack diyar kir ku yekîtiya di nava Herêma Kurdistanê de û hevkariya di navbera her du paytextan de ji bo jîngeha veberhênanê gelek girîng e.
Barrack êrîşa li ser zeviya gaza Kor Morê wekî "nayê qebûlkirin" bi nav kir û anî ziman ku divê Iraq di hinartina enerjiyê de neyê ser pişta Tengava Hurmuzê, û gihandina petrolê bi rêya boriyên alternatîf ên bi ser Tirkiye û Sûriyeyê re bo bazarên cîhanê, pêwîstiyeke stratejîk e.
Barrack behsa têkiliyên Iraq û Îranê jî kir û got, "Em li bendê nînin ku Iraq dijminê Îranê be, berevajî vê em dixwazin Iraq di navbera her du aliyan de roleke pira avaker bilîze." Herwiha Barrack rola Amerîkayê ji nû ve diyar kir û got, "Amerîka di rabirdûyê de li Iraqê mêvanekî xirab bû; lê îro em tenê dixwazin alîkar bin. Iraq ya Iraqiyan e. Astengiya herî mezin a li pêşiya geşepêdana welêt ne aktorên derve ne, belkî kêmasiyên di mekanîzmaya rêveberiyê de bi xwe ne. Iraq bi lezgînî pêwîstiya xwe bi rêberiyeke berfireh û serweriya yasayê heye."
Çavkanî: Kurdistan24