
Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê destê alîkariyê dirêjî mexdûrên lehiyê kir
Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî bi zêdetirî 130 karmendên xwe ve, xwarin, paqijî û pêdiviyên bingehîn gihand malbatên ku ji lehiyê bandor bûne.
Li parêzgeha Hewlêrê, şeva şemiyê baraneke zêde û dijwar barî ku nêzîkî 70 milîmetre baran hat tomar kirin; ev yek bû sedema bilindbûna asta avê û çêbûna lehiyê. Baranên dijwar bûne sedema jiyana xwe ji dest dana du kesan û ziyanên madî yên mezin li gelek xanî, dikan û otomobîlan ku di bin av û heriyê de man.
Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî li wan taxên ku ji lehiyê ziyan dîtine, bi zêdetirî 130 karmendên xwe ve ku li sê koman hatibûn dabeşkirin, dest bi alîkariyê kir. Komekê bi hevkariya Navenda Hevbeş a Qeyranan re amar û zanyarî li ser ziyanên lehiyê kom kirin, koma duyem alîkariya tîmên şaredarî û berevaniya şaristanî kirin ji bo paqijkirina xanî, kolan û cadeyan. Koma sêyem jî xwarin û pêdiviyên bingehîn li ser malbatên mexdûr dabeş kirin.
Tîmên weqfê heta niha nêzîkî 100 xanî û 7 dikan ji herî û bermayiyên lehiyê paqij kirine û 500 xwarinên germ belav kirine. Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Giştî yê Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî Eyûb Mihemed Babekir diyar kir ku tîmên wan ji şeva borî ve li qadê ne ji bo alîkariya welatiyên ku ji lehiyê bandor bûne.
Çavkanî: Rûdaw