Rojev

Başak Demirtaş fakulteya hiqûqê qedand, dest bi pêvajoya parêzeriyê kir
Başak Demirtaş, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Yalovayê qedand û ji bo parêzeriya stajyer serî li Baroya Amedê da.
Başak Demirtaş, hevjîna Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Yalovayê qedand.
Başak Demirtaş a ku di sala 2023’an de dev ji pîşeya mamostetiyê berdabû, di vê heyamê de xwe ji bo ezmûnê amade kir, perwerdehiya hiqûqê dît û mezûn bû.
Başak Demirtaş çend roj berê bi awayekî fermî wekî parêzera stajyer serî li Baroya Amedê da û gava ewil a pêvajoya parêzeriyê avêt.
Têkildarî rewşa hevjînê wê Selahattîn Demîrtaş ê di girtîgehê de, gelo Başak Demirtaş dê parêzeriya hevjînê xwe bike yan na, hîn jî mijareke ku tê meraqkirin e.
Çavkanî: Kurdistan24