Siyaset

Serokwezîr Barzanî ji bo Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl peyamek sersaxiyê şand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, bi rêya telefonê sersaxî da wî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di 17ê Mijdara 2026an de bi rêya telefonê pêwendî bi Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl re kir û ji ber koça dawî ya birayê wî, sersaxî û hevxemiya xwe gihandê.
Barzanî di vê pêwendiyê de ji bo xwedêjêrazî daxwaza rehmetê kir û ji bo malbat û kesûkarên wî jî daxwaza sebr û aramiyê kir. Wezîr Şoreş Îsmaîl jî, li ser navê xwe û malbata xwe, spasiya Serokwezîr Barzanî kir.
Çavkanî: Kurdistan24