
Serokwezîr Barzanî ji bo lehiya Hewlêrê daxwaz kir ku hemû derfet bikar bên
Barzanî daxwaz kir ku ji bo parastina giyan û malê welatiyan di lehiya Hewlêr û dorhêla wê de rêkarên lezgîn bêne girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî barana bihêz û lehiyên ku li Hewlêr û dorhêla wê rabûn, bi rêya telefonê gel Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re axivî. Di peywendiyê de fermana wê yekê hate dan ku ji bo alîkariya lezgîn a welatiyên ziyan dîtine, veguhastina cihên di bin metirsiyê de û parastina giyan û malê xelkê hemû derfet bikar bên.
Barzanî spasiya tîmên rizgarkirinê û yên şaredariyê kir ku li ser erdê kar dikin û bi hawara welatiyên ziyan dîtî ve çûne. Her wiha teqez kir ku divê saziyên pêwendîdar di amadekariyê de bin û hemû rêkarên pêwîst bi temamî bêne girtin.
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, di encama lehiyê de du kesan giyanê xwe ji dest dan û bo demekê navber hate dan bi perwerdeyê.
Çavkanî: Kurdistan24