
Serokwezîr Barzanî: Xelkê Silêmaniyê Şayesteyî Xizmet, Azadî û Stabiliyeke Zêdetir e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera dabezirandina Silêmaniyê de diyar kir ku bajar şayesteyî xizmet, azadî, pêşveçûn û stabiliyeke zêdetir e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera dabezirandina Silêmaniyê ser hesabê xwe yê medyaya civakî X peyamek belav kir. Di peyamê de hate gotin: "Salvegera dabezirandina bajêrê xebat û qurbanîdanê Silêmaniyê li hemû Kurdistanîyên dilsoz û welatparêz pîroz be. Xelkê ezîz ê Silêmaniyê şayesteyî xizmet, azadî, pêşveçûn, stabilî û aramiyeke zêdetir e."
Silêmanî di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Babanî ve hatibû dabezirandin û navê bavê wî Silêman Paşa li bajarî hatibû kirin. Bajarê ku paytexta Mîrektiya Baban bû, wek navendeke giring a bazirganî û çandî ya Herêmê dihat nasîn. Di navbera salên 1922-1924an de jî bûbû navendek ku rewşenbîr û mirovên xebatkar tê de mezin bûn, û rêberiya gelek şoreş û serhildanên di dîroka Kurdistanê de kiribû.
Li gorî daneyên rojnameya Jinê yên sala 1955an, rûberê Silêmaniyê 20.250.000 metreçargoşe ye û hejmara şêniyên wê nêzîkî 60.000 kesî ye. Di wê demê de nêzîkî 7.000 mal li bajarî hebûn û dabeşî şeş taxên sereke bibû: Kanî Askan, Goyje, Melkenî, Serşeqam, Çiwarbax û Dergezen.
Çavkanî: Kurdistan24