PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Siyaset
Siyaset

Hevpeyvîna Taybet a Serokwezîr Barzanî di saet 21.30’an de tê weşandin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe ya li gel Shems TV û Kurdistan24ê de ku di saet 21.30’an de tê weşandin, polîtîkayên navxweyî û derveyî yên herêmê nirxandin.

Hevpeyvîna Taybet a Serokwezîr Barzanî di saet 21.30’an de tê weşandin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe ya li gel Shems TV û Kurdistan24ê de ku di saet 21.30’an de tê weşandin, polîtîkayên navxweyî û derveyî yên herêmê nirxandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevpeyvîna xwe ya taybet a li gel Shems TV ku dê di heman demê de li ser ekranên Kurdistan24ê jî were weşandin, îşev di saet 21.30’an de digihîne temaşevanan.

Di hevpeyvînê de Barzanî diyar kir ku hewldanên ji bo dabeşkirina Herêma Kurdistanê hatine redkirin, parlamentoyê dest bi karê xwe kiriye, hevsengiya "50 bi 50" bi dawî bûye, danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta nû berdewam in û şerê navxweyî bi awayekî zelal hatiye redkirin.

Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê rêz li destûr û sîstema federalî were girtin. Herwiha behsa hêviyên ji hikûmeta Elî Zeydî û rewşa çekên neyasayî kir. Herwiha eşkere kir ku ew ê pabendî prensîba bêalîbûnê bin, axa Kurdistanê li dijî welatên cîran nayê bikaranîn, zêdetirî 1050 êrîşên mûşekî û dronan hatine kirin, herwiha helwesta xwe ya li ser peywendiyên bi Îranê re û mafên Kurdên li Sûriyeyê anî ziman.

Barzanî da zanîn ku tevî kêmkirina budçeyê jî karên pêşxistina binesaziyê berdewam in, armanc ew e ku veberhêner werin herêmê, girîngiya rola sektora taybet anî ziman û peyama xwe ya ji bo xelkê Kurdistanê parve kir.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler