
Serokwezîr Barzanî xelata navneteweyî ya Zomê wekî şanaziyeke neteweyî nirxand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xelata "2026 Consumer GRANDS PRIX" a ku kompaniya Zomê li Parîsê wergirtiye pîroz kir û ev serkeftin wekî şanaziyeke neteweyî bi nav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rêveber û karmendên kompaniya Zomê pîroz kirin ku li Fransayê di merasîmekê de xelata "2026 Consumer GRANDS PRIX" wergirtin. Ev xelat roja Pêncşemê 5ê Mijdarê li Parîsê ji aliyê koma cîhanî ya TOP COM ve hat dayîn.
Barzanî pesnê beşdariya Zomê ya di pêşxistina sektora berhemên xwecihî, afirandina derfetên kar, piştgiriya geşepêdana gundewarî û danasîna berhemên Kurdistanê li ser asta navneteweyî da. Wî tekez kir ku hikûmet dê piştgiriya xwe ya ji bo projeyên neteweyî berdewam bike daku geşepêdana aborî pêk bîne û berhemên xwecihî zêdetir li bazarên cîhanê bide naskirin.
Kargeha Berhemên Şîrî ya Zomê li gundê Cajukê yê ser bi qezaya Mergesorê ye. Bingehê kargehê di sala 2020an de hat danîn û di Gulana 2023an de ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve bi fermî hat vekirin. Kargeh bi rêya navendên komkirinê, şîrê bi hezaran gundî û xwediyên ajalan li herêmê dikire û çavkaniya dahat û kar peyda dike; berhemên organîk ên wekî mast, şîr, penêr û qeymaq bi pîvanên kalîteya bilind pêşkêşî bazarê dike.
Kompaniyê berê jî li ser asta xwecihî û neteweyî di warê baştirîn berhemên xwemalî de çendîn xelat wergirtibûn û ev serkeftina navneteweyî wekî nîşaneya pêşketina Kurdistanê di sektora çandinî û ajaldariyê de tê nirxandin.
Çavkanî: Kurdistan24