
Serokwezîrê Iraqê El-Zeydî li Misirê bi Sîsî re civiya
Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî li Qahîreyê bi Serokkomarê Misirê Ebdulfettah el-Sîsî re li ser ewlehiya herêmî û hevkariya aborî gotûbêj kir.
Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî li Qahîreyê bi Serokkomarê Misirê Ebdulfettah el-Sîsî re hatin ba hev û pêşhatên dawî yên li herêmê û rêyên çareseriya dîplomatîk ji bo kontrolkirina krîzê nirxandin.
Di hevdîtinê de xurtkirina hevkariya di warê ewlehiya herêmî, aborî, bazirganî û veberhênanê de hat gotûbêjkirin. Her du rêberan tekez kirin ku helwestên siyasî yên her du welatan li hev tên û nêzîkatiyeke hevpar dişopînin.
Zeydî diyar kir ku têkiliyên aborî yên di navbera Iraq û Misirê de xurt in û ji bo pêşxistina van têkiliyan di sektorên cuda de, dê rêze tedbîr û hêsankarî bên cîbicîkirin. Her wiha behsa hewldanên Iraqê yên ji bo şandina hinardeya petrolê bi rêyên alternatîf ên derveyî Tengava Hurmuzê û nirxandina projeya mezin a li parêzgeha Besrayê kir.
Çavkanî: Rûdaw