
Li Elbakê Xebata Agahdarkirinê ya 'Zarok Di Ewlehiyê De Ne' Hat Kirin
Rêveberiya Parêzgehê ya Malbat û Xizmetên Civakî ya Wanê, li Elbakê li ser parastina zarokan û bihêzkirina malbatê çalakiyeke agahdarkirinê çêkir.
Rêveberiya Navenda Xizmetên Civakî ya Elbakê ku ser bi Rêveberiya Parêzgehê ya Malbat û Xizmetên Civakî ya Wanê ve ye, bi mebesta parastina zarokan, bihêzkirina malbatan û bilindkirina hişyariya civakî xebateke agahdarkirin û nasînê birêve bir.
Çalakî di çarçoveya "Xebatên Piştevaniyê yên li Ser Basiyê Malbat û Civakê yên bi Modelên Xizmetê yên Zarok Di Ewlehiyê De Ne" ya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî de hat kirin. Çalakî ji bo rêveber û karmendên ku li Rêveberiya Tenduristiyê ya Navçeya Elbakê, Dibistana Seretayî ya Vali Özdemir Hanoğlu ya Elbakê, Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya Elbakê û Dibistana Navîn a Cumhuriyetê ya Elbakê dixebitin hat lişdarxistin.
Ji bo beşdarvanan, modelên xizmetê yên Wezaretê ku ewlehî û geşbûna tendurist a zarokan piştgirî dikin, naskirina zû ya xetereyan, rêyên ku di rewşên xemsarî û destdirêjiyê de werin şopandin, sepandinên xizmeta civakî yên parêzvanî û rawestîner û giringiya xizmetên piştevaniyê yên bi navenda malbatê hatin ravekirin. Her wiha hat teqezkirin ku divê hevkariya di navbera saziyên dewletê de bihêz bibe û di rewşên hewce de berê mirovan di wextê xwe de biddin mekanîzmayên xizmeta civakî.
Ev xebata agahdarkirinê armanc dike ku ast û hişyariya rêveber û karmendên saziyan li ser vê mijarê bilind bike, alîkariyê bide mezinbûna zarokan di hawirdoreke ewle de û xizmetên civakî yên li ser bingeha malbatê bi rengekî çalaktir birêve bibe.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi