Rojev

Barzanî pêşwazî li Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Elî Babacan û şanda wî kir li Hewlêrê
Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Elî Babacan û şanda wî kir û rewşa siyasî ya herêmê û peywendiyên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Di 10ê Mijdara 2026an de, Serok Mesûd Barzanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Elî Babacan û şanda bi wî re kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên dawî hatin gotûbêjkirin; hat teqezkirin ku aramî, aşitî û zimanê diyalogê bingehê pêşketin û xweşguzariyê ne.
Her du aliyan her wiha peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û geşbûna van peywendiyan di warên cûda de gotûbêj kirin.
Çavkanî: Kurdistan24