Siyaset

Serok Barzanî Pîrozbahî li Wezîrê Nû yê Avadanî û Niştecîkirinê Hamlan Kir
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pîrozbahî li Wezîrê Nû yê Avadanî, Niştecîkirin û Şaredariyan ê Iraqê Rêbaz Mihemed Hamlan kir û di erka wî ya nû de serkeftin ji bo wî xwest.
Serok Mesûd Barzanî roja pênşemê, 29ê Çiriya Pêşîn a 2026an, li Pîrmamê li gel Wezîrê Avadanî, Niştecîkirin û Şaredariyan ê Iraqê Rêbaz Mihemed Hamlan civiya. Di civînê de Barzanî pîrozbahî li Hamlan kir ji bo erka wî ya nû û serkeftin ji bo wî xwest.
Navenda civînê serkeftina pêvajoya siyasî ya li Iraqê û xurtkirina peywendiyên di navbera aliyan de bû. Aliyan hûrgiliyên van mijaran guftûgo kirin û bal kişandin ser hevkarî û karê hevbeş ê di qonaxa bê de.
Çavkanî: Kurdistan24