PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Barzanî: Pirsgirêkên Kurdistan û Iraqê di çarçoveya destûrê de tên çareserkirin
Barzanî di hevdîtina xwe ya li Pirmamê ya ligel Falih Feyaz de tekez kir ku nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dikarin di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin.

Serok Mesûd Barzanî, roja Şemiyê 21ê Mijdara 2026an li Pirmamê Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz qebûl kir. Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û herêmê û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de bi taybetî behsa peywendiyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat kirin. Hat diyarkirin ku pirsgirêk û nakokiyên heyî yên di navbera her du aliyan de dikarin di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin.

Barzanî tekez kir ku ji bo derbaskirina nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, divê destûr wek pîvan û bingeh bê girtin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler