Rojev

Serok Barzanî û Falih Feyaz pêşhatên dawî yên li Iraqê nirxandin
Serok Mesûd Barzanî, ligel Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê gotûbêj kir.
Serok Mesûd Barzanî, di 4ê Mijdara 2026an de li ofîsa xwe pêşwazî li Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz kir. Ofîsa Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku her du alî hatine ba hev û rewşa siyasî ya niha ya Iraqê û navçeyê gotûbêj kirine.
Di hevdîtinê de pêvajoya giştî ya siyasî, pêşhatên dawî yên li Iraqê û dînamîkên navçeyê hatin nîqaşkirin. Her du aliyan tekezî li ser rêçika pêvajoya siyasî ya li Iraqê û girîngiya hevahengî û hevkariya di navbera aliyên siyasî de kirin.
Çavkanî: Kurdistan24