
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî li Antalyayê bi von der Leyen re Civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di lûtkeya avhewayê COP31 de li Antalyayê bi Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen re li ser mijarên avhewa, têkiliyên dualî û aramiya herêmî civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 11ê Çiriya Paşîn a 2026an de roja Çarşemê di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê (COP31) de li Antalyayê bi Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen re hat cem hev.
Di civînê de, têkiliyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, nexasim derfetên hevkarî û karê hevpar di warê têkoşîna li dijî guherîna avhewayê û mijarên jîngehê de hatin nirxandin. Di daxuyaniya Serokatiyê de hat gotin: "Têkiliyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, di serî de têkoşîna li dijî guherîna avhewayê û mijarên jîngehê, derfetên hevkarî û karê hevpar di warên cuda de hatin nirxandin."
Her wiha, aloziyên li Rojhilata Navîn û rewşa siyasî û ewlehiyê ya li herêmê jî ji mijarên girîng ên civînê bûn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Di civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya li herêmê hat nirxandin; her du aliyan jî tekezî li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê kir."
Çavkanî: Rûdaw