
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê şandeyeke Îranê pêşwazî kir
Di hevdîtina li Hewlêrê de, mijarên ewlekarî, aramiya navçeyê û pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytext Hewlêrê şandeyeke Komara Îslamî ya Îranê pêşwazî kir. Serokatiya şandeyê General Mihemed Riza Mesgeriyan dikir ku di Artêşa Pasdarên Îranê de berpirsê dosyeya Herêma Kurdistanê ye.
Di hevdîtinê de mijarên ewlekarî, parastina aramiya navçeyê û nirxandina peywendiyên di navbera Iraq-Herêma Kurdistanê û Îranê de hatin rojevê. Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina hevkariyê di warên cuda de li gorî berjewendiyên hevbeş û bihêzkirina rêkeftinên ewlekarî kirin.
Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya berdewamkirina hevahengiyê ji bo zêdekirina ewlekarî û aramiya welatên navçeyê. Her wiha hat gotin ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan, diyalog, rêbazên aştiyane û dîplomasî bên bikaranîn.
Çavkanî: Rûdaw