
Wezîrê Enerjiyê Bayraktar, Xeta Boriyê ya Kerkûk-Banyasê wekî gefek li ser Tirkiyeyê nabîne
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Alparslan Bayraktar diyar kir ku ji nû ve vekirina xeta boriyê ya petrolê ya Kerkûk-Banyasê zirarê nade aboriya Tirkiyeyê.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Alparslan Bayraktar di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Anadoluyê got ku ji nû ve destpêkirina xebata xeta boriyê ya petrolê ya Kerkûk-Banyasê ya di navbera Iraq û Sûriyeyê de, ji bo aboriya Tirkiyeyê ti gefekê çênake.
Wezîr Bayraktar bal kişand ser wê yekê ku Sûriye pêwîstiya wê bi veberhênanên berfireh heye û diyar kir ku Enqere xebitandina vê xetê wekî rîskekê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî nabîne. Wî anî ziman ku projeyên hevpar ên di warê enerjî û madenê de wê beşdarî aramiya herêmê bibin.
Wî her wiha zêde kir ku eger şertên erdnîgarî û fizîbîlîteya aborî guncaw bin, di pêşerojê de dibe ku çalakiyên lêgerîna hîdrokarbonan ên deryayî yên hevpar ên li peravên Sûriyeyê jî bên nirxandin.
Îran û Sûriyeyê di 17ê Tîrmehê de, di bin çavdêriya Amerîkayê de, ji bo ji nû ve zindîkirina xeta boriyê ya Kerkûk-Banyasê protokolên lihevkirinê îmze kirin. Rêveberiya Bexdayê bi vê gavê armanc dike ku rêyên hinardekirina petrola xav piralî bike û bi rêya Sûriyeyê korîdoreke nû ya şandinê bo benderên Deryaya Spî veke.
Çavkanî: Kurdistan24