
Daweta bi heybet a Anastasiya ya ji Belarûsê û Hasan Çelîkê ji Sasonê li Batmanê pêk hat
Anastasiya ya ji Belarûsê, bi Hasan Çelîkê ji Sasonê re ku li Antalyayê nas kiribû, li navçeya Sasonê ya Batmanê bi daweteke kevneşopî zewicî.
Anastasiya ya ji Belarûsê ku li otêlekê li Antalyayê dixebitî, bi Hasan Çelîkê ku ji bo tatîlê hatibû otêlê û li navçeya Sasonê ya Batmanê mezin bûbû, nas kir. Hevaltiya di navbera her du kesan de bi demê re bû evîn û biryara zewacê dan.
Anastasiya bi malbata xwe re hat Sasonê ku warê Hasan e û li wir bi daweteke bi heybet jiyana xwe bi Hasan re kir yek. Ji bilî zewaca fermî, Anastasiya bû misilman û zewaca dînî jî kir. Di merasîma dawetê de bi stranên kurdî govend hatin gerandin, piştî zêr û pereyên ku li bûk Anastasiyayê hatin kirin, malbatan wêneyên bîranînê kişandin.
Yek ji kêliyên herî balkêş ên dawetê ew bû ku endamên malbata Belarûsî di demeke kurt de xwe li gorî govendên bi stranên kurdî hatin gerandin, guncandin. Malbata Belarûsî ya ku beşdarî govendê bû, pesnê mêvanan girt û pîrozbahiyeke ku çandên cuda di heman kêfxweşiyê de gihîştin hev, pêk hat.
Çavkanî: Kurdistan24