PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Nêrîn
Nêrîn

Berê Xwe Bidin HEVBENDÎYÊ
Hêvîya xwe zêde bikin, bibin yek bend!

Berê Xwe Bidin HEVBENDÎYÊ

Hêvîya xwe zêde bikin, bibin yek bend!

Jîyana sîyasî ya me bakurîyan, piştî derbên domdar ên kolonyalîstan pir caran ji siruşta xwe ra, yanî ji sedem û armancên xwe yên destpêkê ra biyanî dima. Bêhêzîya me carina wisa dikir em tenê bi encamên êşdar ên têkoşîna neteweyî ra û bi nakokîyên îdeolojîk ên dûrî rastîya welêt mijul bin. Pir caran xwebexşên vê dozê ji ber rikeberîyên navxweyî jî êşîyane. Di nîvsedsala borî da li bakur pir momentên grîng çêbûne ku hewcedarî bi dengekî xurt, yanî dengekî yekgirtî çêbûye. Piştî ku rojeva wê kêlîyê derbas dibû car dibû hinek gazind çêdibûn li ser bêtifaqîyê.

Di surişta têkoşîna neteweyî da rêbaza yêkîtîyê grîngtirîn nirx e. Kesên dilê wan tije kerb e li dijî kolonyalîstan ji hin rêgez û xusûsîyetên xwe feraqet dikin, dibin yek îrade. Ev devjêberdana hin tiştan jî bi serê xwe wekî nexta azadîyê ye. Wate, her tişt bila ne bi dilê me be, lê bila dîsa jî em yek bin. Çima? Ji ber ku kolonyalîst jîyana merivan dîl digrin. Ji ber ku ji azadîyê birûmettir tiştek nîn e.

Di tebyeta dagerkeran da tepeserkirin, dîlgirtin, bêdengkirin heye. Ev rêgez şaş nabe. Li beramberî vê, xisletê sereke yê têkoşerên dijkolonyal bivê nevê dê yekîtî û yekrêzîya miletê wî be. Lewra, wekî din serkeftin ne pêkan e.

Ceribandinên berî niha yên yekîtîya sîyasî jî her çiqas negihiştîbin serencama xwe her yek ji wan heya astekê watedar bûn. Serneketina wan, nehajotina wan ne tenê ji ber taybetmendîyên damezrêneran bû. Digel gelek sedemên ramanî û sîyasî, nebûna motîvasyona temam a geşkirina xebatê wek kartêkereke sîyasî derdikeve pêş. Her yekîtîyeke sîyasî ji ber yeko yeko pêkhateyên wê yekîtîyê bi serê xwe nekarîne bigihên encama ku wan hêvî dikir çêbûye. Yekîtîya sîyasî ya neteweyî jî wisa ye. Her çalakvan an endamê pêkhateyên her yekîtîyeke sîyasî ji bo encamên hêvîdar bi dest xin, dê di karên sîyasî yên rojane da ji berê bêtir çapik û çeleng bin. Lewra hêvî zêde dibe, şewq jî divê zêde be. Divê HEVBENDÎ bikaribe enerjîyê azmûna berê zêde bike.

Li Bakur di rêya yekîtîya neteweyî da pirsek heye. Ji niha da bila her kurdekî/e eleqedar li ser helwesta rêveberîya Hak-Parê jî baldar be. Divê di bîra berpirsên vê partîyê da be; di rewşeke wiha da nabe derfeta vekirina rêyeke nû bibe qurbanî ji hesabên demkî yên sîyasî ra û rê li ber entegrasyonîstan xweş be.

Wekî ewladên dilsoz ên miletê xwe em ê bi HEVBENDÎYÊ bibin yek dil, yek rêz û yek biryar.

Hêvîya xwe zêde bikin, bibin yek bend!

İlgili haberler