PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Berlînê ji bo donerê 1 sentî rêzên dirêj: Malbata Hewramanî xwaringeha Zagrosê kir fenomen
Bihayê donerê yê 1 sentî li şaxê sêyemîn ê xwaringeha Zagrosê, li Berlînê bû sedema rêzeke dirêj û destêwerdana polîsan.

Li Berlînê ji bo donerê 1 sentî rêzên dirêj: Malbata Hewramanî xwaringeha Zagrosê kir fenomen

Bihayê donerê yê 1 sentî li şaxê sêyemîn ê xwaringeha Zagrosê, li Berlînê bû sedema rêzeke dirêj û destêwerdana polîsan.

Li paytexta Almanyayê Berlînê, şaxê sêyemîn ê xwaringeha Zagrosê hat vekirin û ji ber ku bihayê donerê tenê 1 sent hat diyarkirin, rêzeke nêzîkî kîlometreyekê çêbû. Ji bo pêşîgirtina li qelebalixiyê û aloziyên gengaz, polîs û tîmên ewlehiyê bo herêmê hatin şandin.

Xwaringeh karsaziyeke malbatî ye ku ji aliyê Huseyîn Huseynî û Aştî Reşîdzade ve tê birêvebirin; ev her du hevjîn ji herêma Hewramanê ne û 23 sal in zewicî ne. Malbatê bi kurê xwe û du keçên xwe re piştî rêwîtiyeke koçberiyê ya dijwar a salekê, xwe gihand Almanyayê û di sala 2023an de li Kreuzbergê yekem dikana xwe vekir. Karsaziyê di sala ewil de mişteriyên kêm dîtin, lewma malbatê berê xwe da medyaya civakî û dest bi danasînê kir.

Parvekirinên li ser medyaya civakî, vîdyoyên samîmî yên malbatê û zelaliya di bihayên wan de, bala girseyên mezin kişand. Huseyîn Huseynî balê dikişîne ser piştgiriya civaka Kurd a li Almanyayê û xwaringeh niha ji bajarên cuda yên Almanyayê mêvanan qebûl dike.

Malbat, zêdebûnên bihayên li ser menuyê û çîroka Çiyayên Zagrosê bi eşkereyî bi mişteriyên xwe re parve dike. Ev nêzîkatiya zelal, bala hem xelkê herêmî û hem jî ya diyasporayê kişand û xwaringeh veguherand fenomeneleke medyaya civakî.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler