
Gumanbarê ku li nêzî Qesra Spî gef li Trump dixwar hat girtin
Servîsa Veşartî ya DYAyê ragihand ku kesekî ji Venezuelayê ku li nêzî Qesra Spî bi gefa kuştina Trump hatibû girtin, hatiye desteserkirin.
Servîsa Veşartî ya DYAyê, roja Pêncşemê 5ê Çiriya Paşîn kesekî bi navê Ronnie Yordryks Guanipa Chirinos ku welatîyê Venezuelayê ye, di nav erebeyeke li ser riya Constitution Avenue ya li nêzî Qesra Spî hatî rawestandin de ji ber tevgerên gumanbar rawestand û desteser kir.
Di lêkolînê de hat dîtin ku erebe hatibû dizîn û di nav de çekeke otomatîk ya Cureyê AR-15, çekeke sivik ya MAC-10, çekeke Glock 43X û gelek gule hatin dîtin. Di dema pirsiyarîyê de Chirinos îdîa kir ku "dengên ku fermana kuştina Serok Trump didinê bihîstine".
Rayedaran diyar kir ku gumanbar di Adara 2024an de bi riyên qaçax ji ser Meksîkayê re derbasî sînorê Teksasê bûye û piştî ku ji aliyê Pasewanên Sînor ve hatibû girtin, di demeke kurt de hatibû berdan. Servîsa Veşartî diyar kir ku bi saya mudaxeleya lezgîn a karmendan gefeke mezin a li ser serkirdeyan û kompleksa Qesra Spî hat kontrolkirin û ew ji zêdebûna gefên ewlehiyê nîgeran in.
Çavkanî: Kurdistan24