Rojev

Bilal Erdogan serdana klûba Al Nassr kir û bi Cristiano Ronaldo re wêneyek kişand
Bilal Erdogan li Erebistana Siûdî serdana klûba Al Nassr kir û wêneyekî bîranînê yê bi Cristiano Ronaldo re parve kir.
Bilal Erdogan, Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Cîhanê û kurê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, serdana klûba futbolê ya Al Nassr a Erebistana Siûdî kir.
Di dema serdanê de, wî tesîsên klûbê geriyan û bi futbolvanê navdar ê cîhanê yê Portekîzî Cristiano Ronaldo re hat ba hev, sohbet kir û wêneyekî bîranînê kişand.
Wêneyên hatine kişandin ji ser hesabê fermî yê X ê klûbê hatin parvekirin.
Çavkanî: Rûdaw