
Laboratuvara DYAyê temenê nimûneyên darî yên li Agriyê diyar kir: 4 hezar û 300 salî ne
Analîza karbon-14 a ku li ser nimûneyên darî yên ji pêkhateya Durupınarê ya li Agriyê hatine girtin nîşan da ku temenê wan nêzîkî 4 hezar û 300 sal e û vedigere navbera salên 2200-2400 berî zayînê.
Parçeyên darî û yên bûnî komir ku ji pêkhateya Durupınarê ya li ser sînorê gundê Üzengiliyê ya navçeya Bazîda Agriyê hatine bidestxistin, ji bo analîzên karbon-14 ji laboratovarên DYA, Swîsre û TÜBİTAKê re hatin şandin. Di navbera 28ê Xezîranê û 30yê Îlonê de di vê xebatê de ku nêzîkî 20 lêkolînerên ji pênc welatên cuda beşdar bûn, rêbazên jeofîzîk, jeolojî û arkeolojiyê hatin bikaranîn.
Li gorî encamên yekem ku ji laboratovara DYAyê hatine, temenê nimûneyan wek navbera salên 2200-2400 berî zayînê hate diyarkirin û hate piştrastkirin ku temenê du nimûneyên darî nêzîkî 4 hezar û 300 sal e. Endamê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêvasê Prof. Dr. Cenker Atilla diyar kir ku ev dîrok bi dîrokên Tofana Nûh ku di pirtûkên pîroz de tên gotin re yek e, lê tekez kir ku ev yek îspat nake ku ev avahî Gemiya Nûh e.
Cîgirê serokê koma lêkolînê Andrew Jones diyar kir ku dîtinên laboratovara DYAyê bi hin dîrokên ku ji bo Tofana Nûh tên gotin re li hev tên, lê ev dîtin nasnameya gemiyê piştrast nakin. Tê plankirin ku encam bi analîzên ku dê ji Swîsre û TÜBİTAKê werin re bêne berhevkirin û nirxandina dawî bê kirin.
Çavkanî: Rûdaw