
Li Bismilê, Serokên Navçeyê yên AK Partiyê yên ji Taxa Tepeyê bûne sedema nîqaşan
Li navçeya Bismilê ya Amedê, hat rexnekirin ku her çar serokên navçeyê yên di deh salên dawî de hatine tayînkirin, hemû ji qeyda Taxa Tepeyê ne.
Li navçeya Bismilê ya Amedê ku 120 hezar nifûsa wê heye, derket holê ku her çar serokên navçeyê yên ku di deh salên dawî de ji aliyê Navenda Giştî ya AK Partiyê ve hatine tayînkirin, hemû ji qeyda Taxa Tepeyê ne. Ev rewş li navçeyê bû sedema nîqaşan.
Taxa Tepeyê bi nifûsa xwe ya 4 hezar û 555 kesan balê dikişîne, herwiha wezîrê dewletê Salih Sumer û Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Ajaldariyê Mehdi Eker jî di vê gundî de ji dayik bûne û mezin bûne. Ew yek ku demeke dirêj e serokên navçeyê ji heman taxê tên, bû sedema nerazîbûna xelkê herêmê.
Şêniyên navçeyê rexneyên xwe bi van gotinan anîn ziman: "Gelo di navçeyeke 120 hezar nifûsî de kesek nîne ku serokatiyê bike? Çima serok her ji Tepeyê tên hilbijartin? Bila Bismilê girêbidin Tepeyê, hûn jî xilas bibin em jî xilas bibin."
Çavkanî: Amida Haber