
NY, vekirina Parlamentoya li Hewlêrê dişopîne û banga hikûmeteke berfireh kir
Sekreterê Giştî yê NY Guterres ragihand ku ew vekirina Parlamentoya Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û bang li aliyan kir ku bi rêyên yasayî nakokiyan çareser bikin û hikûmeteke berfireh ava bikin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres ragihand ku ew vekirina Parlamentoya Kurdistanê ya piştî navberek du salan, ku roja Çarşemê 4ê Mijdarê pêk hat, dişopînin û ji nêz ve li pêşketinan dinêrin.
Berdevkê NY bang li aliyan kir ku aram bin, nakokiyên xwe bi rêyên yasayî yên pejirandî çareser bikin û bêyî derengxistinê hikûmeteke berfireh ava bikin. Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY Farhan Haq peyama Guterres a parastina rewşa aştiyane ya piştî hilbijartinan dubare kir.
Di rûniştina parlamentoyê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), kotayên kêmneteweyan, Partiya Sosyalîst û hin parlamenterên opozisyonê û serbixwe beşdar bûn. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî rûniştinê wekî "ne yasayî" bi nav kir û ragihand ku ew ê ji hikûmeta niha vekişin.
Çavkanî: Rûdaw