
Neteweyên Yekbûyî Banga Diyalogê Li Partiyên Siyasî Yen Herêma Kurdistanê Kir
Neteweyên Yekbûyî banga li hemû partiyên siyasî yên Kurd li Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.
Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyên siyasî yên Kurd li Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku mijarên nakokî yên di navbera xwe de bi rêya diyalog û danûstandinan çareser bikin. NYyê diyar kir ku ew amade ne piştevaniya van hevdîtinan bikin.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî ê NYyê Farhan Haq, li New Yorkê bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Namo Abdullah da. Haq destnîşan kir ku hêviya NYyê ew e ku danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên Kurd û Hikûmeta Federal a Iraqê de berdewam bikin û mîna berê alî nakokiyên xwe bi danûstandinan çareser bikin. Her wiha bi bîr xist ku NYyê di rabirdûyê de jî piştevaniya pêvajoyên diyaloga siyasî li Iraqê kiriye û di mercên îro de jî amade ne alîkariyê bikin.
Nûçegihan Abdullah bi bîr xist ku li Herêma Kurdistanê yek ji du partiyên herî mezin ji hikûmetê vekişiyaye û li Silêmaniyê gefa avakirina hikûmeteke din xwariye. Her wiha diyar kir ku cudabûna dawî ya di navbera her du partiyan de di salên 1990î de çêbibû û bibû sedema şerê navxweyî yê zêdetirî sê salan û koçberbûna bi dehhezaran kesî. Haq, bêyî ku rasterast nirxandineke fikaran bike, banga diyalog û danûstandinê li aliyan nû kir û dîsa diyar kir ku NY amade ye piştevaniya vê pêvajoyê bike.
Çavkanî: Rûdaw