
NY: Hejmara kesên li Yemenê ji cih û warên xwe bûne derbasî 281 hezarî bû
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber şerê nû yê li Yemenê, zêdetirî 281 hezar kesî malên xwe terikandine.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku piştî çar salên aramiyê, ji meha tîrmehê ve şerê di navbera hêzên hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de dîsa dest pê kir. Di encama vî şerî de, ji meha tebaxê ve zêdetirî 281 hezar kesî ji cih û warên xwe bûne.
Di sê hefteyên dawî de, gihandina alîkariyên mirovî rastî astengiyên mezin hat. Ji ber ku rêya sereke ya ku Taîzê bi parêzgehên başûr ve girêdide xera bûye, karwanên alîkariyê neçar man rêyên teng ên çiyayî bikar bînin. Her wiha xizmetên tenduristiyê jî rastî êrîşan hatin û zexta li ser wan zêde bû.
Li gorî daneyên NY, sêyeka çarê ya kesên ji cih û warên xwe bûne, li herêmên bêyî stargeh, ava paqij û xizmetên kanalîzasyonê dijîn; zêdetirî 230 hezar kesî di warê av û paqijiyê de pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye. Sindoqa Nifûsê ya NY (UNFPA) bal kişand ser metirsiya tundiya zayendî, bazirganiya mirovan û zewaca bi zorê ya li herêmên qelebalix.
OCHA bang li hemû aliyan kir ku sivîlan biparêzin, di nav de xebatkarên tenduristiyê, nexweşxane û ambulansan. Yemen, beriya destpêkirina şerê nû jî xwedî yek ji rewşên herî xirab ên mirovî yên cîhanê bû.
Çavkanî: Kurdistan24