
Şêniyên TOKİya Bostaniçiyê daxwaza mala şînê dikin
Şêniyên xaniyên TOKİ yên Bostaniçiyê ku li Wanê piştî erdheja 2011an hatine çêkirin, dixwazin li taxa wan mala şînê bê çêkirin.
Li Wanê piştî erdhejên 23ê Çiriya Pêşîn û 9ê Çiriya Paşîn yên sala 2011an, di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê yên li bajar hatibûn destpêkirin de, ji aliyê TOKÎyê ve li taxa Bostaniçiyê xanî hatin çêkirin. Van xaniyan di nav salan de ji bo hezaran malbatan bûn cihê jiyanê.
Welatiyên ku li xaniyên TOKİ yên Bostaniçiyê dijîn, nebûna mala şînê li taxa xwe wekî kêmasiyeke mezin dibînin. Bi taybetî malbatên ku nêzîkên xwe winda dikin, diyar dikin ku serdanên şînê yên li malan ji ber mercên fîzikî û kêmtiya cihî zehmet dibin.
Şênî balê dikişînin ser wê yekê ku mala şînê ne tenê ji bo piştî mirinê ye, di heman demê de wekî cihê hevbeş ê piştevaniyê û yekitiya civakî jî girîng e. Ji ber vê yekê, ji berpirsiyaran daxwaz dikin ku li herêmê mala şînê bê çêkirin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi