PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Tenduristî & Werzîş
Tenduristî & Werzîş

Di Lîga bin 20 Salan a Brezîlyayê de bi 53 kartên sor dîrok hat nivîsandin
Di maça bin 20 salan a di navbera Uberlandia û Mamore de dema ku xuleka 54an de şer derket, 53 kartên sor hatin nîşandan.

Di Lîga bin 20 Salan a Brezîlyayê de bi 53 kartên sor dîrok hat nivîsandin

Di maça bin 20 salan a di navbera Uberlandia û Mamore de dema ku xuleka 54an de şer derket, 53 kartên sor hatin nîşandan.

Di Lîga bin 20 Salan a Brezîlyayê de, di maça di navbera tîmên Uberlandia û Mamore de, di xuleka 54an de di navbera lîstikvanên her du tîman de alozî derket. Ev alozî di demeke kurt de veguherî şerekî mezin ku lîstikvanên li ser kursiya guhartinê û rêveber jî ketin navê.

Hakemê maçê li hember vê bûyera ku kontrol ji dest çûbû, biryareke dîrokî da û rekor şikand. Bi giştî ji 53 kesan re kartê sor hat nîşandan û hatin derxistin; ji van 43 lîstikvan, 8 rahêner û 2 jî rêveberên kulûban bûn.

Ji ber ku li ser yarîgehê hejmara lîstikvanan têrê nekir, maç rasterast hat rawestandin. Ev bûyer di dîroka futbolê de wekî yek ji maçên ku herî zêde kartên sor tê de hatine nîşandan ket tomaran.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler